Xwepêşandên Iraqê tevî erkdarkirina Elawî dewam dikin

Li Iraqê ku gel ji bo başkirina rewşa aborî û dawîanîna gendeliyê bi mehane li qadan e, li gel erkdarkirina Mihemed Tofîq a ji bo avakirina hikumeta nû, xwepêşandan dewam dikin.

Li Bexdayê careke din bi hezaran xwendekarên zanîngehê li qadan bûn.

Piştî aloziya serokwezîr ya zêdetirî du mehan, di1’ê Sibatê de serokkomarê Iraqê Berhem Salih bi awyek fermî Mihemed Tofîq Elawî ji bo pêkanîna Hikumeta Iraqê ya nû erkdar kir.

Li gorî destûrê pêwîste di nava 30 rojan de hikumet were avakirin.

Xwepêşanderên li Iraqê erkdarkirina Elawî red dikin û xwepêşandan didomînin.

Li bajarê Nasriye, ev du roje hêzên ewlekarî û alîgirên Sedir hewl didin xwepêşandêran belav bikin.

Lê xwepêşandan dewam dikin û îro jî bi hezaran kes daketin qadan.

Xwepêşandêran li bajarê Nasriye, pira Nesir, Hezarat û Zeytûnê li trafîkê girtine.

Ji bilî bajarê Nasriye, li bajarên din ên Iraqê jî xwepêşandêr li dijî erkdarkirina Elawî derdikevin.

Xwepêşandêrên li Bexdayê bang li hemû xwepêşandêrên din yên Iraqê kir da ku xwepêşandanên xwe dewam bikin.

Dîsa jî li Bexdayê bi hezaran xwendekarên zanîngehan berê xwe dan qada Tehrîr û piştgirî dan xwepêşandêrên li wir.

Hat zanîn ku xwendekar li parêzga Dîwaniye û Zîqar jî daketina qadan.

Li parêzgeha Babilê jî xwepêşandan pêkhatin, lê li wir xwepêşandêr û alîgirên Muqtedir Sedir hatin bermaberî hev.

Piştî wê hêzên ewlekariyê herdû aliyan ji hev cûda kirin û xwepêşandan li ber deriyê avahiya walitiya Babilê pêk hat.

Li gorî rêjeya dawî ya komisyona Mafê Mirovan a li Iraqê, hejmara xwepêşandêrên li Iraqê hatin kuştin, gihiştiye 556 kesan

Back to top button