Li Rihayê wêraniya ji ber erdhejê

Li Rihayê di encama erdhejê de gelek avahî hilweşiyan û bêtirî 48 kesî jiyana xwe ji dest dan.
Piştî hilweşînê welatiyan bertek nîşanî xemsariya deshilatê dan û gotin:
Mirov ne ji ber erdhejê ji ber xemsariyê dimirin.

Riha yek ji 10 bajarên li bakurê Kurdistanê ku herî zêde ji erdhejê bandor bûyî ye.

Heta niha li bajar 48 kesan jiyana xwe ji dest daye û bêtirî 103 jî birîndar bûne.

Ji ber xemsariya rayedaran, dengê hawar û qêrîna xelkê li bajêr deng vedide.

Li derdora avahiyên hilweşiyayî mirov kom bûne.

Çav li alîkariyê ye.

Lê ya diyar ji deshilatê kes bihewarê ve nehatiye.

Rihayî: Mirov ne ji ber erdhejê lê ji ber xemsariyê dimirin

Her çiqas piştî demek dirêj tîmek rizgariyê hat jî lê têrî rizgarkirina mirovên di bin kavil de nekir.

Ji ber tîmên rizgariyê têr nakin, welatiyên li dora kavilê avahiyê kom bûbûn nerazîbûn nîşanî xemsariya rayedaran da.

Ji bin avahiyek li bajêr piştî demek dirêj cenazeyê 3 welatiyan ji bin kavilê hat derxistin.

Li Rihayê ji 20’an zêdetir avahî hilweşiyane.

Zarokek ku temenê wî nehat hîn bûn û di bin kavil de jiyana xwe ji dest dabû.

Li kavilên avahiyên hilweşiyayî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin.

Gelek welatî bi birîndarî ji binê kavilan tên rizgarkirin û sewqî nexweşxaneyan tên kirin.

Welatî ji bo tevdîra canê xwe li gel baran û sermaye jî şeva xwe li derve derbas kir.

Li gel ku 24 saet di ser erdhejê re derbas bûye jî ji bo welatiyan cihê kombûnê nehatiye diyarkirin.

Xelkê bajêr ku li derve ye nikarin xwe bigihînin xwarin û vexwarinê û ji bo pêdiviyên welatiyan tu alîkarî û piştevaniyek nehatiye temînkirin.

Hejmara mirî û birîndaran zêde dibe

Li Rihayê heta niha 48 welatiyan canê xwe ji dest daye û 103 welatî jî birîndar bûne.

Welatî bertek nîşanî daneyên ku îktidar eşkere dike didin û dibêjin, “Deshilat kenê xwe bi me dike. Riha wêran bûye.

Lê tîmên ku me rizgar bikin tine ne.

Em baweriya xwe bi hejmara mirî û birîndaran ku îktidar eşkere dike nayînin.”

Li Bakurê Kurdistanê bîlançoya erdehejê giran dibe

Back to top button