Mali..artêşê serok, serokwezîr û wezîrê parastinê binçav kirin

Li Maliyê hin serbazan piştî erkdarkirina jimareke wezîrên nû, hewildan ku darbeyek leşkerî pêkbînin.

Serbazan bi angaşta ne-erkdarkirina hin kesayetên leşkerî yên payebilind, serok Bah Ndaw, serokwezîr Muxtar ‘Ewan û wezîrê parastinê Silêman Dokoriye binçav kirin û ji Bamakoya paytext birin bajarê Katiyê.

Li gorî agahiyan, serbazên artêşa Malî piştê vê kiryarên xwe li gor xwe kabîneyeke nû ava kir û ragihand.

Antonio Guterres û şandeya NY piştî bûyera li Maliyê, banga yekser û bêmerc a berdana kesên navborî kir.

Tê payîn van rojan Konseya Ewlekariyê civîneke awarte der barê aloziya li Maliyê de li dar bixe.

Sala borî jî artêşê bi behaneya nekarîna birêvebirinê, serokê welat Ibrahîm Ebû Bekir Kîta bi darbeyeke leşkerî ji serweriyê dabû alî.

Back to top button