Gefa kuştin li parlamenterê HDP’ê Hasan Ozguneş hate xwarin

Doh xelkên navçeya Şirnex a Cizîrê ji ber salvegera qeyûm ya li ser Şaredariya Cizîrê daxuyanî dan.
Di dema daxuyaniyê de polîsên Tirk, gule avêt Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş.

Di salvegera qeyûma li ser Şaredariya Cizîrê de, bi tevlêbûna Parlamenterên HDP’ê Hasan Ozguneş û Nûran Îmîr daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn û di wê navberê de geşedanek xeter ku “gefa mirinê” digire nav xwe, qewimî.

Daxuyaniya çapemeniyê di bin dorpêşa polîs de pêk hat û polîsan guleyek avêt Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş.

Di dîmenan de diyar dibe ku gule ji aliyê polîsekê ve çawa hatiye avêtin.

Hasan Ozguneş bertek nîşanî vê nêzîkatiyê da û ji polîsan re wiha got:

“Ev êriş ne li dijî min tenê ye, li dijî îradeya meclis û gel e,

Ferîştehê we bê, hûn nikarin me bitirsînin.”

Back to top button