Li Stockholmê çalakiyek hat li darxistin

Li paytexta Swêd Stockholmê ji bo piştevaniya bi serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê re, çalakî hat lidarxistin.

Kesên azadîxwaz ji bo piştevaniya bi serhildana bi pêşengiya jinan, li paytext Swêd Stockholmê çalakiyek pêk anîn..

Di çalakiyê de Dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” hate berz kirin..

Çalegeran bi yek dengî banga xwedî derketina li serhildana gelên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê kirin.

Gelek sazî û dezgeh ji bo piştgirîdayîna serhildanên gelan tevlî mîtîngê bûn.

Di mîtîngê de rêxistinên PJAK, KJAR jî amade bûn.

Hunermendê navdar ê Kurd Necmedîn Xulamî jî bi stranên xwe banga xwedî derketina li serhildanan kir.

Her wiha di axaftinan de Bang li raya giştî ya cîhanî hate kirin bêdeng nemînin..

Back to top button