Pêr Komxebata Diyalogê ya Jinan li Helebê hat li daxistin .
Duh di roja duyemîn de komxebat bi encamnameyekê bi dawî bû.
Komxebat ji aliyê Malbenda Helebê ya Rewşenbîrî ya taxa Şêxmeqsûd a Helebê ve hatibû organîzekirin..
Komxebata du rojan dewam kir.
Duh bi xwendina encamnameyê bi dawî bû ku ji 11 bendan pêk tê.
Hin xalên girîng ê encamnameyê bi vî rengî ne:
Girîngiya û pêwîstiya avakirin û diyarkirina nasnameyeke nîştimanî ya komker.
Divê jin tev li jiyana siyasî û kar û barên giştî bibin.
Lazime diyaloga sûrî-sûrî pêk were da ku nêrîn bibin yek û bigihêjin lihevkirinan û aloziya Sûriyê çareser bibe.
Xurtkirina kar û xebatên jinan û yekirina wan ji bo piştgiriya dozên jinan û civakê.
Rola jinan di xurtkirina hevgirtina civakî û aştiya navxweyî girîng e.