Şêniyên Dêrazorê bang li gelên azadîxwaz kir li hemberî êrişên kîmyewî yên li ser qadên gerîla bisekinin.
Welatiya bi navê Muna El-Uwêd anî ziman ku bikaranîna çekên kîmyewî nayê qebûlkirin û got:
“Aliyên têkildar erka xwe ya hesapirsînê ji kesên ku van çekan bi kar tînin, bi cih neanîne.
Ev yek şermek li eniya civata navneteweyî ye.”
Muna El-Uwêd bang li tevahî gelên azad kir ku li dijî bikaranîna van çekan bisekinin.
Welatiyê bi navê Ayid El Zayid ê ji Hecînê jî êrişên dewleta Tirk a qirker şermezar kir.
Ayid El-Zayid dibêje bêdengiya hêzên navneteweyî li hember vî sûcî tê wateya hevkariyê.
Her wiha da zanîn ku bikaranîna çekên Kîmyewî li dijî qanûn û peymanên navneteweyî ye.