Siyasetmedar û hiqûqnasên mafên mirovan ên herêmê dibêjin ku êrişên Tirkiyê dihêle DAIŞ zindî bibe.
Hevserokê Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûrî Mişleb El-Tirkan derbarê mijarê de got:
“Piştî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê, tevgera şaneyên çeteyên DAIŞ’ê zêde bû.”
Hevserokê Yekitiya Parêzeran a Reqayê Xalid El Hesen jî ev tişt anî ziman:
”DAIŞ ji mijûlbûna QSD’ê ya bi êrişan re sûd wergirt. Û êriş li dijî bajarê Reqayê pêk anî.”
Serokê Nivîsgeha Rêxistinî ya Partiya Sûriya Pêşerojê ya rojavayê Dêrezorê Ela El-Seîd jî got:
“Armanca êrişên şaneyên DAIŞ’ê têkbirina ewlehî û aramiya li herêmên Rêveberiya Xweser e.”
Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya rojavayê Dêrezorê Mûna El-Hemadî jî axivî.
Mûna El-Hemadî da zanîn ku êrişên DAIŞ’ê ji bo têkbirina aramiya li herêmê ye.
Lê ew ê rê nedin ku ev yek pêk were û dê axa ku bi saya şehîdan hatî rizgarkirin biparêz in.