Rûhanî: Pirsgirêka rakirina cezayên bingehîn çareser dibe

Tê texmîn-kirin ku gengeşiya salan ya navbera Waşîngon û Tehranê, bi danûstandinên li Viyanayê bi dawî bibin.
Rêya çareseriya pirsgirêkan jî bi rakirina cezayên li ser Îranê û vegera li peyamana Nukleerî tê dîtin.
Serokomarê Îranê Rûhanî diyar kir ku ji bo rakirina cezayên bingehîn lihevkirinek pêk hatiye.

Piştî zêdetirî mehek ji danûstandinan, DYA û Îran gihiştin li hevkirinê.

Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî li gel berpirs û karmendên Wezareta Tendûrestî a li paytext Tehranê civiya.

Rûhanî têkildarî danûstandinên Waşîngton û Tehranê yên li paytexta Awusturalya Viyanayê axivî û got:

DYA û YE rêya tekane ya çaraseriya pirsgirêkan, bi rakirina cezayan û vegera li peyaman nukleerî dîtin.

Pirsgirêka rakirina cezayan, ber bi çareseriyê ve ye.

Li ser hin detayan jî danûstandin didomin.

6’ê Nîsanê civîna yekmîn ya danûstandinên bi armanca vegera li peymanê li Viyana despê kiribû.

Hêjayî bibîrxistnê ye, Serokê berê yê DYA Donald Trump Gulana 2018’an bi awayekî yek alî xwe ji peymanê vekişandibû.

Back to top button