QSD: Bi îdiayên derew dewleta Tirk bêçaretiya xwe nîşan dide

QSD’ê bi daxuyaniyekê, îdiayên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk ku qaşo li herêma ‘Diri El-Firat’ 6 şervanên QSD’ê şehîd bûne, derewand.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê têkildarî îdiayên dewleta Tirk ên vê dawiyê belav kirine, daxuyaniyek da.

QSD’ê diyar kir ku Wezareta Parastinê ya dagirkeriya Tirk bi belavkirna îdiayên derew li ser malper û hesabên xwe yên fermî, asta bêçaretiya xwe nîşan dide.

QSD’ê di daxuyaniyê de wiha got:

“Li gorî wan nûçeyan rojên 4 û 8’ê Gulanê qaşo li herêma ‘Diri El-Firat’ 6 şervanên me şehîd bûne û çeperên me hatine rûxandin. Ev nûçe derew e û ji rastiyê dûr e.

Dewleta Tirk îdia kir ku 2 û 5’ê Gulanê li herêma Efrînê hêzên me sivîl topbaran kirine û li gorî nûçeyên dewleta Tirk li hemberî sivîlan êrişêke bombeyî pêk hatiye.

Li vê herêmê tu tevgera hêzên me nîn e. Yên ku herêmê bê ser û ber topbaran dikin, dewleta Tirk a dagiker û çeteyên wê ne.”

Back to top button