Rêveberiya Xweser a Şengalê: Em ê rê nedin dorpêç were sepandin

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê derbarê çêkirina dîwar ya di navbera Şengal û Rojavayê Kurdistanê de daxuyaniyek da û got ewê destûrê nedin planên dorpêçkirinê. Bang li hemû cihên peywendîdar hat kirin ku ji bo rawestandina çêkirina dîwar bikevin nava tevgerê

Artêşa Iraqê bi fermana deshilata Mistefa Kazimî di navbera Şengal û Rojavayê Kurdistanê de dîwar çêdike.

Li dijî vê yekê nerazîbûn jî zêde dibin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê li Geliyê Kersê, derbarê çêkirina dîwar de, daxuyaniyek da.

Daxuyani ji aliyê hevseroka Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Xezal Reşo ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de fermana 3’ê Tebaxa 2014’an hate bibîrxistin û hat diyarkirn Şervanên PKK’ê di vî sînorî de korîdora mirovî vekirin û bi hezaran Êzidî û pêkhateyên din rizgar kirin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Şengal ku xwe bi fikrên Rêber Abdullah Ocalan nas kiriye, êdî Şengal a berê nîne û wiha hate gotin:

“Em weke civaka Êzidî û hemû pêkhateyên din ên li Şengalê bi rengekî azad û demokratîk bi hev re dijîn.

Bi çêkirina dîwar dixwazin Rojava û Şengalê ji qut bikin.

Dixwazin di heman demê de herêmê dorpêç bikin ku êrişek pêkwere herêm di dorpêçê de bimîne. Wê ev yek jî li ser pêkhateyên Şengalê xeteriyeke mezin çê bike.”

Di dawiyê de Meclisê çêkirina dîwar şermezar kir û diyar kir ti carî ev yek nayê qebûl kirin.

Her wiha bang li hemû cihên peywendîdar hat kirin ku ji bo rawestandina çêkirina dîwar bikevin nava tevgerê.

Back to top button