Mehmûd Hebîb: Bi saya QSD’ê gel di nav ewlehî de ye

Berdevkê Lîwa El Şemal El Demokratî Mehmûd Hebîb bal kişand ser rola QSDʹê ya parastina herêmê û gelên wê û got:
“QSD xurtbûna xwe ji piştevaniya gel digire.
Ji ber ku QSD bi beşdarbûna hemû pêkhateyên herêmê hate avakirin û ev ye hişt ku tevî hemû êriş û lîstikan jî bibe hêza sereke ya li heremê.”
Mehmûd Hebîb teqez kir ku ewê herêmên dagirkirî jî rizgarbikin û heta dawî di bin sîwana QSD’ê de gelê xwe biparêzin,

Bi boneya salvegera damezrandina Hêzên Sûriya Demokratîk-QSD’ê berdevkê Lîwa El Şemal El Demokratî Mehmûd Hebîb ji ajansa Hawarê re axivî.

Mehmûd Hebîb dazanîn ku bi saya QSD’ê îro pêkhateyên herêmê di nav ewlehî û aramiyê de dijîn.

QSD’ê pêkhateyên gelê Sûriyê kirin yek

Hebîb sedema serkeftina QSD’ê jî wiha nirxand.

“Ji ber ku QSD li gor rastiya Sûrî hate avakirin û îro hemû pêkhateyên gelê Sûriyê di bin sîwana QSD’ê de bûne xwedî nasname û axa xwe diparêzin.

Ev yek jî hişt ku QSD çeteyên terorîst ên weke DAIŞ’ê têk bibe.

Ti hêz nikarî bû komên herêmê bike yek, lê QSD ev yek pêkanî.

Ev jî wek taybetmendiyek a QSD’ê ye.”

Mehmûd Hebîb dazanîn ku tevî êriş û lîstikên mezin ê li herêmê QSD bi alîkariya gel li Sûriyê bû hêzeke bibandor.

Mehmûd Hebîb: Emê gelê xwe biparêzin

Berdevkê Lîwa El Şemal El Demokratî daxuyakirin ku dewleta tirk a dagirker dixwaza li Sûrî dagirkeriya xwe berfireh bike û bang gel kir:

” Divê gelê me bizanibe dewlet tirk dixwaze dagirkeriya xwe li herêmê berfireh bike. Em hêza gelê xwe ne. Divê gelê me li dijî dagirkeriya tirkî hîn zêdetir li gel hêzên xwe bin..”

Her wiha Mehmûd Hebîb bang li Komkara Erebî, hêzên navdewletî û hemû gelên birûmet ên cîhanê kir ku li dijî destdirêjiyên Tirkiyê li ser herêmê xwedî helwestbin.

Di dawî de Hebîb teqez kir ku ew weke Hêzên El Şemal El Demokratî ji Heleb, Idlib, Hema û Şamê ne û di nava QSD’ê de cih digirin û wê heta dawî jî di nav QSD’ê de cih bigrin û gelê xwe biparêzin..

Back to top button