Artêşa Tirk û çeteyên wê careke din bi çekên giran êriş birin ser gundên Şehba û Şêrawa ya Efrînê.
Dewleta Tirk ya dagirker û çeteyên xwe îro careke din bi çekên giran gundê Qinetire yê navçeya Şêrawa ya Efîrnê topbaran kirin.
Her wiha dagirkeran êriş birin ser gundên Zeyana, Şeala û Nêrebiyê yên Şehbayê jî û topbaran kirin.
Duh êvarê jî Artêşa Tirk û çeteyên wê bendava Şehba û gundê Til Medîq bi çekên bi hawan û obusan toparan kir.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyê wê hemwextê êrişên li ser Şehbayê, gundê Hoşan ê li rojavayê Eyn Îsa û rêya M4 jî bi dijwarî topbaran kir.