Nerazîbûnên li dijî Erdogan zêde dibin

Serokê rêjîma Tirkiyê Erdogan, êdî wisa lê hatiye ku xwe li gotina azadî jî ranagire û kesî bi lêv jî bike wê wan bike armanc.
Ev yek di mijara dawî ya 10 balyozên welatên cîhanê de diyar bû.
Tenê ji ber ku banga berdana karsaz Osman Kavala kirin, Erdogan ev balyoz jî kirin armanc.
Erdogan got, wî ferman daye wezîrê karê derve da wan balyozan weke “mirovên nayên qebûlkirin” ragihîne.
Û ev gefa Erdogan bû sedema nerzîbûna gelek welatan.

Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê ji ber neheqiya li wan hatiye kirin biryar da ku Hevserokê berê yê HDP’ê Selahettîn Demîrtaş û Karsaz Osman Kavala werin berdan.

Lê rêjîma Tirk tevî ku mohra xwe li binê pêymana dadgeha mafê mirovan daye guh neda biryarê.

Herî dawî balyozên 10 welatan li Tirkiyê banga berdana Osman Kavala kirin.

Lê ev banga ji bo azadiyê hişt ku rêjîma Tirk bihêrs bibe.

Lewma şefê wê Erdogan tenê ji ber ku daxwaza azadiya Kavala kirin, ferman da ku 10 balyoz werin dersînorkirin.

Gefa Erdogan bû sedema gelek nerazîbûnan.

Serokê Parlamenta Ewrûpayê David Sassoli helwesta Erdogan bi tûndî şermezar kir û ev peyam da:

Dersînorkirina balyozên bilind ên 10 welatan, nîşaneya meyla zordariyê ya hikumeta Tirk e. Em ê serî netewînin. Azadî ji bo Osman Kavala.

Hukûmetên Siwêd û Norwêcê jî bi gotina, balyozên me tişta ku wê bibe sedema dersînorkirinê nekirine, gefa Tirkiyê şermezar kirin..

Danîmarka jî li dijî gotinên serok-komarê Tirk Erdogan ev peyam da:

“Em ê dest ji pîvan û nirxên xwe yên hevpar bernedin.”

Wezîrê Karê Derve yê Elmanyayê têkildarî mijarê daxuyaniyek da û got:

“Em bi rayedarên 9 welatên din re di nava pêwendiyeke xurt û danûstandinên fikrî de ne.”

Partiyên siyasî yên li Almanyayê jî nerazîbûnên tûdn nîşanî Erdogan dan.

Partiya Demokrat a Azad-FDP ku tê payîn bibe hevkarê hukûmeta nû ragihand ku a Erdogan kirî dûrî aqile.

Partiya Keskan bang li Meclisa Federal kir ku li hemberî helwesta Erdogan bê deng nemîne.

Ji rêveberên partiyê Claudia Roth (Klaudîa Rot) ku di heman demê de alîkara serokê meclisa federale, xwest Tirkiyê ji ber vê siyaseta xwe were cezakirin.

Rot helwesta serokê Tirk wiha binav kir:

Erdogan bi awayekî bê wijdan êrişê derdorên muxalif dike. Divê civaka navneteweyî li hemberî wî rabe.

Yekîtiya Xirsitiyan a Demokrat jî eşkere kir kui Erdogan bi vê tevgera xwe Tirkiyê ji civaka Ewrûpayê dûr dixe.

Back to top button