Fermandara gerîlla di salvegera şehadeta xwe de hate bîranîn

Sibe salvegera 29’an a şehdeta fermandara jin a ARGK’ê Gulan Karataş binasnav Bêrîtan e.
Bi rasthatina rojê Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê û hêza gerîllayên jin YJA-STAR’ê daxuyanî da.
Di daxuyaniyan de xeta Bêrîtanê weke misogeriya serkeftinê hate pênasekirin.

Koordînasyona Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê-PAJK’ê daxuyaniyek weşand û di şexsê Gulnaz Karataş de şehîdên Cotmehê bi bîr anî.

Koordînasyonê bi bîr xist ku di dîroka têkoşîna azadiyê de, Cotmeh ji bo gelê Kurd destpêka komploya navneteweyî ye û wiha dewam kir:

Cotmeh di heman demê de meha serîrakirina şehîdên berxwedêr a li dijî teslîmkariyê ye.

Pêşengiya vê destana dîrokî ji aliyê fermandara manewî ya artêşa jinan hevrê Gûlnaz Karataş kir.

Pêvajoya artêşbûna jinê ya bi Bêrîtan re dest pê kiriye û di roja me de veguherî hêviya serkeftinê.

Bi sedan fermandar û gerîllayên jin ên dan ser şopa Bêrîtan di vê mehê de şehîd bûn.

Wan mîrateya berxwedanê ya pîroz li pey xwe hiştin.

Îro şopdarên wan li Avaşîn, Zap, Metîna li ber xwe didin û li dijî her cure êrîşên dijmin bedena xwe kirine mertal û rê nadin faşîzmê.

Têkoşna gerîllayên azadiyê careke din nîşan da ku xeta Bêrîtanê misogeriya serkeftinê ye.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA-Starê jî di şexsê Gulnaz Karataş Bêrîtan de hemû şehîdên jin ên tevgera azadiyê bi bîr anî.

Fermandariyê rêya berxwedanê ya Bêrîran weke çavkaniya jiyana azad binav kir û got:

Hevrê Bêrîtan nîşanî me da ku şerê di berdêla azadiyê de tê dayîn, jin û civakê bedew dike.

Bêrîtan bû bingehê sereke yê civakîbûna azad.

Wê bi helwest û biryardariya xwe pîvana şerê ji bo jiyaneke birûmet û azad afirand.

Xeta wê îro bûye hîmê bihêz ê artêşa jinê li Kurdistanê.

Back to top button