Rêveberê Navenda Ragihandina QSD’ê Ferhad Şamî têkiîdarî belavbûna çeteyên Cebhet El-Nusra li herêmên dagirkirî, agahiyên girîng belav kirin.Şamî eşkere kir ku bi serperştiya dewleta Tirk, Rêxistina El-Qaîdê destê xwe datîne ser Efrînê û berê xwe dide Ezazê.Şamî ragihand ku ev pêvajoyeke nû ye ku dewleta Tirk hemû komên terorîst neçar dike tevlî nava Cebhet El-Nusra bibin û herêmê bikin cihê kombûna cîhadîstên navdewletî.
Rêveberê Ragihandina QSD’ê diyar kir ku wan berî niha hişyarî di warê têkiliyên dewleta Tirk û rêxistinên tundirew de daye..
Ferhad Şamî qala tevgera DAIŞ’ê li herêmên dagirkirî jî kir û ev agahî dan:
QSD: Tevgera DAIŞ li silûk û Hemam Turkmen zêde ye
Hemwextî tevgera Cebhet El- Nusra, Di van rojên dawiyê de, tevgera DAIŞ li bajarokên Silûk û Hemam Turkmen ên dagirkirî zêde bûye.
DAIŞ di bin çavên dewleta Tirk a dagirker de, gelek civînên ji bo kordînekirin û perwerdekirinê li herdû bajarokan li darxistine û welatiyan neçar dikin tevlî nava refên wan bibin.
Rêveberê Navenda Ragihandina QSD’ê hişiyarî da ku malwêraniyên li herêmên dagikirî zêde dibin û dibê bi lez cîhan destwerdanê bike û rê li belavbûna terorê bigire.