Balefirên dewleta Tirk a dagirker vê êvarê 2 caran gundê Sigêrê yê li devera Nihêlê ya dikeve rojhilatê bajarokê Amêdiyê bombebaran kir.
Her wiha ji ber bombebaranê gund hate valekirin û hîna zerer û ziyanên bombebaranê ne diyarin.
Welatiyên gund ji Rojnews’ê re ragihandin ku heta niha jî balefir li ser herêmê digerin û tirs ketiya nav niştecihên herêmê.
Heta niha dezgehên ragihandin ji ber dengê balefiran nekarîne nêzîkî sînor bibin ku bizanin di encama bombebaranê de windahiyên canî hene yan ne.