Li Rojhilatê Kurdistanê li ser rêya Mêrîwan û Kamyaran 16 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li parêzgeha Sineyê ya Rojhilatê Kurdistanê di encama qezaeyeke trafîkê de 16 kesan jiyana xwe ji dest da.

Qeza li ser rêya Merîwan-Kamyaranê ya parêzgeha Sine pêk hat.

Di bûyerê de 16 kesan jiyana xwe ji dest dan û 12 kes jî birîndar bûn.

Birîndar rakirin nexweşxaneya Kamyaranê, hat zanîn ku rewşa wan jî giran e.

Back to top button