YE armanca xwe ya ji bo enerjiya dikare bê nûkirin bilind kir

Yekîtiya Ewropayê dixwaze di warê enerjiyê de, bi carekê de xwe ji Rûsyayê xelas bike.
Her çiqasî bêtirî salekê ye gav bi gav girêdana xwe ya enerjiya Rûsyayê kêm kiribe jî lê dixwaze bigihêje encamekî dawî.
Yekîtiyê niha plan dike ku heta 2030’î rêjeya enerjiya dikare were nûkirin bigihîne asta ji sedî 42,5.

Yekîtiya Ewropayê (YE) di derbasbûna enerjiya dikare bê nûkirin de hedefek nû ji xwe re destnîşan kir.

YE li hev kir ku di sala 2030’an de rêjeya bikaranîna enerjiya dikare bê nûkirin ji sedî 42,5 zêde bike.

Ji endamên Parlamentoya Ewropa yê Almanyayê Markus Pieper, lihevkirina welatên yekîtiyê li ser bikaranîna çavkaniyên xwe yên nûjen ên weke ba û rojê ragihand.

Pieper, di nivîsa xwe ya li ser Twitterê de, ji bo peymana ku ji aliyê danûstandinên YE ve hatiye kirin, gotina “li Brukselê dûmana spî” bi kar anî.

Pieper banga temamkirina pêvajoyê kir.

Ji bo peymana siyasî ya ku hatiye kirin bibe qanûn, divê hem ji aliyê Parlamentoya Ewropayê û hem jî ji aliyê welatên Yekîtiya Ewropayê ve bê erêkirin.

Lêbelê, ev deng pir caran tenê şeklî dimînin û peyman bê ku ti guhertin bên çêkirin têne pejirandin.

Armanca berê ji sedî 32 bû

Qanûna nû armanca YE yê ya ji bo sala 2030 ku ji sedî 32 zêde bike, hîn bilindtir kir.

Piştî şerê Ukraynayê, YE yê biryar da ku derbasbûna enerjiya nûjen bilez bike.

Bi vê yekê jî girêdana xwe ya enerjiya bi Rûsyayê re kêm bike.

YE yê di sala 2021’an de ji sedî 22’ê pêwistiya xwe ya enerjiyê ji çavkaniyên enerjiyê yên ku dikarin bên nûkirin dabîn kir.

Lê ev yek ji welatekî bo welatekî din pir cuda bû.

Di nav 27 welatên endamên Yekîtiya Ewropayê de, Swêd bi rêjeya ji sedî 63 di rêza yekem de cih girt.

Armancên enerjiya nûjen jî piştî êrişa Rûsya ya li ser Ukrayna girîngtir bûn.

YE plan dike ku heta sala 2027’an dawî li girêdana xwe ya bi sotemeniyên fosîl ên Rûsyayê bîne.

Her wiha bi enerjiya ba, roj û hwd û bi enerjiya kêm-karbonê ya ku wê hilberîne, bigihêje vê armancê.

Komîsyona Ewropî ragihand ku ji bo welatên Yekîtiya Ewropî dawî li girêdana xwe ya bi sotemeniyên fosîl ên Rûsyayê bînin, divê heta sala 2030’î, 113 mîlyar euro zêde ji bo binesaziya enerjiya nûjen û hîdrojenê were xerçkirin.

Back to top button