Senato destê Pengatonê lewaz dike

Senatoya Amerîkayê bi piraniya dengan biryar da ku desthilata Pentagon ya bikaranîna hêzên leşkerî li Iraqê hilweşand.
Heman demê de Koşka Spî piştgiriya xwe ya ji bo pêngava Senatoyê nîşan da.

Senatoya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) bi biryare ku destê Wezareta Parastinê ya Amerîka (Pentagonê) lewaz bike.

Vê yekê jî dixwaze bi rêya rayeyên beriya niha ji bo wê hatibûn dayîn betal bike ye.

Doh ser mijarê Senatoya Amerîka civiya.

Senato 2 yasayên bihêzkirina Pentagonê betal kir

Senatoyê bi 54 dengê erê li pêşberî 27 dengên na, du yasa hilweşad.

Ev yasa jî yên sala 1991 û 2002’an in.

Yasayên navborî destûr dida Pentagonê bêyî ku vegere Kongre, li ser fermana Serokê welat dikare li Iraqê çalakiyan pêk bîne.

Piştî 20 salan êrişên li ser xaka Iraqê, Kongre dixwaze desthilatê bixe destê xwe û hêza Pentagon û Serokê Amerîkayê sînordar bike.

Ji bo hilweşandina her du yasayan, pêwîstî bi dengdana Meclisa Nuneran jî heye.

Her wiha Koşka Spî jî piştgiriya xwe ya ji bo pêngava Senatoyê anî ziman û got;

Eger di dengdana Meclisa Nuneran de were pejirandin, wê hilweşandina her du yasayan bibe dawiyek fermî ya ji bo şerê li Iraqê û vegerandina desthilata ragihandina şer dibin kontrola Kongreyê de.

Serokê Meclisa Nuneran a Amerîkayê Kevin McCarthy ragihand ku piştgiriya vê pêngavê dikin.

Di 14’ê Çileya 1991’an de piştî dagirkirina Kuweytê ji aliyê rejîma Sedam Huseyn ve, Kongreya Amerîkayê li gorî yasayê desthilata bikaranîna hêza leşkerî bêyî ku vegerîne Kongreyê da destê Serokê wê demê yê Amerîkayê George Helbert Walker Bush.

Heman demê de Koşka Spî piştgiriya xwe ya ji bo pêngava Senatoyê nîşan da.

Back to top button