“Îsal 1433 koçberên dixwestin xwe bigihînin parzemîna Amerîkayê mirin”

Rêxistina Koçberiya ya Navnetewî ragihand ku îsal hezar û 433 koçberên dema dixwestin xwe bigihînin parzemîna Amerîkayê jiyana xwe ji dest dane.

Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî (IOM) ragihand ku mirina hezar û 433 koçberên neqanûnî yên ku dixwestin bikevin Amerîkayê bi belgeyan hatine tomarkirin.

Rêxistinê diyar kir ku ev jimar ji sala 2014’an ve ya herî zêde hatî tomarkirin e.

Rêxistinê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, jimara rast a kesên ku dema di navbera Amerîkaya Bakur û Başûr de derbas bûne û mirine ne hatiye zanîn.

Li gorî qeydên Projeya Koçberên Winda ya rêxistinê, “7 hezar û 495 kesan di salên 2014-2022’an de dema hewl didan ku li herêmê çol, çem û deverên dûr derbas bibin jiyana xwe ji dest dane.”

Hejmara mirina hezar û 433 koçberên bi rêyên neqanûnî dixwestin xwe bigihînin herêmê ji ya sala 2014’an ve ya herî zêde ye.

Li DYA tora koçberên winda tê vekirin

Enstîtuya Daneyên Gerdûnî (GDI), rêxistina ku çavdêriya Projeya Koçberên Winda dike, ragihand ku ew ê Tora Koçberên Winda li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bimeşîne.

Bi vê yekê re, “jiyan xilas bike, berhevkirina daneyan baştir û piştgiriyê bide malbatên rizgarbûyî.”

Rêvebera GDI Koko Warner got:

“Gava ku mirov xwe bigihînin rêyên ewledar û birêkûpêk ên koçberiyê, ev îhtîmala wan zêde dike ku beşdarî geşepêdana aborî li welat û cihê xwe bibin.

Nebûna rêyên weha pir caran encamên trajîk derdixe holê û derfetê winda ye.”

Projeya Koçberên Winda bang li rêxistin û kesên pêwendîdar kir ku piştgirîya wan û hewildanên ji bo çareserkirina pirsgirêka koçberên li Amerîkayê bikin.

Back to top button