DYE yekîneyên xwe yên li Almanya wê bikşîne Polonyayê

Serokê DYE’yê Donald Trûmp ragihand ew ê yekîneyên xwe yên leşkerî yên li Almanyayê veguhêzên Polonya.

Serokê DYE’yê Donald Trump ji destpêka derketina vîrûsa Corona û vir ve, li Qesra Spî cara yekeme pêşwaziya Serokkomarê Polonyayê Andrzej Duda kir.

Donald Trump diyar kir ku Polonya berevajî Almanyayê hemû berpirsyariya xwe ya darayî ya NATO’yê bi cih tîne.

Trump got, ew ê yekîneyên xwe yên li Almanyayê kêm bikin.

Ev dane jî weke 25 hezar leşker diyar kir.

Li Almanya zêdeyî 34 hezar leşker û 87 baragehê leşkerî yên DYA lê hene.

Back to top button