Îro li bajarê Wan yê bakurê Kurdistanê bi pileya 5,4 erdhejek çêbû. Di encamê de gelek avahî û axuran ziyan dîtin.
Di erdheja saet 13:03 an de, bi pîleya 5,4 ku li navçeya Qelqeliyê ya Wanê pêk hatî de li gelek gundan xêsar çêbû.
Hate diyarkirin ku navenda erdhejê Taxa Kargaliyê ye û 5 kîlometreyan kûr pêk hatiye.
Ev erdhej li gelek deran hate hîskirin.
Li bakurê kurdistanê herî dawî li Kanîreşa Çewligê, 14’ê Hezîranê bi pileya 5,7 erd hejiyabû û 18 kes birîndar bûbûn.
24’ê Çileyê jî li Sîvrîceya Xarpêtê bi pileya 6,9 erd hejiyabû û 41 kes miribûn.