Ji bo dirêjkirina dema keştiya Tirkî ya lêgerînê, Yûnanistan dê giliyê Tirkiyê bike. Yûnanistan ev biryar red kir û banga betalkirina wê li Tirkiyê kir. Enqere jî ev daxuyaniya Atînayê red kir û ew bi astengkirina danûstandinan tawanbar kir.
Piştî dirêjkirina dema karê keştiya Tirkî Ourç Reis a lêgerîna li xazê li Deryaya Spî, Yûnanistan li ser zimanê Wezareta xwe ya Derve daxuaniyek da û ev biryar red kir.
Wezareta Derve ya Yûnanistanê ragihand, ew ê ji ber dirêjkirina karê keştiya Ourç Reis gilînameyekê rakin Tirkiyê û banga betalkirina biryarê li Enqereyê kir.
Wezaretê diyar kir ku ev gav ne qanûnî ye û ne li gorî xebatên ku ji bo sarkirina tengijînê têne kirin in.
Wezareta Yûnanistanî got:
Enqere weke “mirovekî dercivakî” tev digere û hewl dide aramiya herêmê tevdî xerab bike û serê xwe dixe serê qanûna navdewletî.
Yûnanistanê ev reftar şermezar kir û bi ya nayê qebûlkirin bi nav kir, ku li gorî wê ev yek li hember danûstandinan dibe asteng.
Aliyê Tirkî jî bersiv da û ev daxuyaniya Yûnanistanî weke “bêbingeh” nîşan da û idia kir ku keştiya wan di herêma Tirkî de lêgerînê dike.
Wezareta Derve ya Tirkiyê diyar kir ku ew ji danûstandinan re amade ne û Yûnanistan bi astengkirina danûstandinan tawanbar kir.
Şemiyê, dewleta Tirk derengiya şevê ragihand ku keştiyên wê dê karê xwe berdewam bikin, ku dihat payîn 27 vê mehê karê lêgerînê hatiba rawestandin.