Duh bi hezaran Iraqî ji nû ve li dijî gendelî û necezakirina kujerên xwepêşandanên sala borî, li qadan bûn. Tevî ragihandina qedexekirina bikaraîna çekan li dijî xwepêşanderan, di navbera wan û polîsan de pevçûn derket. Gelek sivîl û polîs birîndar bûn. Balyozxaneya Brîtanî jî banga parastina mafê xwepêşandanan li hikûmeta Iraqê kir.
Careke din taxên Îraqê rabû ser pêyan..
Bi boneya salvegera xwepêşandanên li dijî gendelî û başkirina xizmetguzariyê, duh bi hezaran Iraqî li Bexda, Besra, Zî Qar û Mîsanê li qadan bûn.
Xwepêşanderan careke din bangên xwe nûkirin û daxwaza cezakirina kujerên xwepêşanderên sala borî kir.
Di xwepêşandanên duh de, tevî ku Hêzên Ewlekariyê, rahiştina çek û bikaranîna wan li cihên xwepêşandanan, qedexe kiribû jî, li hin deveran pevçûn derketin.
Li gorî agahiyan, li devera Ellawî, Cisir El-Sink û Cisir El-Cumhûriye yên Bexdayê, di navbera xwepêşander û hêzên ewlekariyê de pevçûnan rû da.
Xwepêşanderan hewl da rêya pira El-Cumhûriyê veke û berî bidin herêma Kesk, lê bi hêzên ewlekariyê re pev çûn.
Di encamê de, zêdeyî 37 sivîl bi darên Hêzên Parastina Displînê û 14 polîs jî bi kevirên wan birîndar bûn.
Li gorî berdevkê Artêşa Iraqê Yihya Resûl, 2 serbaz û 30 endamên foca rewşên awarte ya 2. jî bi bombeyên destan “narincok” birîndar bûn.
Yihya Resûl da zanîn ku li Cisir El-Cumhûriye û El-Sink, xwepêşander hêj avêtina şûşeyên Molotovê bi ser hêzên ewlekariyê de didomînin.
Balyozxaneya Brîtanî ya li Bexdayê, metirsiya xwe ji ber tundiya rûdayî, nîşan da û bang li hilûmeta Iraqê kir ku ku mafê xwepêşandanên aştiyane misoger bike û biparêze.
Di xwepêşandanên Iraqiyan ên sala borî de, 650 kes hatibûn kuştin û bi hezaran jî birîndar bûbûn.