SELHAETÎN DEMÎRATŞ: DENGÊ HER KESEKÎ JI WE, ENCAMA HILBIJARTAINA DIYAR DIKE

Hevserokê berê yê HDP’ê Selahetîn Demîrtaş bi nîzîkbûna hilbijartinan re bang kir û got;
Li her derê biçin ser sindoqan..
Dengek jî dikare qedera hilbijartina li gund, navçeyekê diyar bike.
Hêza me bi dengên me yên stratejîk ve girêdayî ye.
Ji ber vê yekê jî ez bi we piştrast im.

Roja yekşemê wê li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hilbijartina Herêmî pêk were.

Di vê çarçoveyê de, Partiya Demokratîk a Gelan bi aliyên dijber di nava rikberiyeke xurt de ye.

Herî dawî, Hevserokê berê yê HPD’ê Selhetîn Demîrtaş, ji girtîgehê banga xwedîderktina li hilbijatina herêmî kir..

Demîrtaş li ser Twitterê nivîsand û ev şîret li gel kir..

Dema di hilbijaratinan de bê hêrs bin, hûn mafdar in.

Lê belê rewşa heyî ji vê jî wêdetir e.

“DENGÊ XWE BIDIN HDP”
“LI SER SINDOQAN NÎQŞAÊN SIYASÎ JI BÎR BIKIN”
“SIBEROJ GIRÎNGTIR E”

Dema ku hûn çûn ser sindoqê ji kerema xwe re nîqaşên siyasî yên rojane bi xwe re nebin.

Wan li dû xwe bihêlin. Ya bihurî bi temamî bêqîmet nîne.

Tişta ku bi serê me ve hat, tişta ku me dît divê em ti carî ji bîr nekin.

Siberoj girîngtir e.

Ji bo siberojek baştir, bang li hilbijêrên me hemûyan dikim ku destekê bidin stratejiya hilbijartinê ya partiya me HDP’ê.

Selhahetîn Demîratş, erka serketina di hilbijartinê de, da ser milê gel û wiha got..

“DENGÊ WE ENCAMA HILBIJARTINÊ DIYAR DIKE”
“DENGÊ STRATEJÎK HÊZA ME NÎŞAN DIDE”

Yên ku encama vê hilbijartinê diyar bikin hûn in.

Divê em li her deverê nîşan bidin ku firsendeke dîrokî ketiye destê me.

Li devera ku namzetê me tine ye jî, dengê wê yê stratejîk hêza me nîşan dide..

Li deverên ku HDP’ê namzet nîşan nedaye, eger hûn deng bidin namzetê HDP’ê him hûnê encama hilbijartinê ya devera hûn lê ne, him jî ya giştî diyar bikin.

SELHAETÎN DEMÎRATŞ: EZ BI HÊZA WE PIŞTRAST IM

Selhaetîn Demîratş girîngî da her dengekî û bi vî awayî hêza gel nîşan da..

“NEBÊJIN DENGÊ ME NE GIRÎNG E, DENGÊ HER KESEKÎ ENCAMÊ DIGUHERÎNE”
“HER KES DENGÊ XWE BIDIN”
“EZ BI WE PIŞRAT IM”
Kesên ku wê yekemcar deng bidin, hevalên ciwan vê baş bizanbin.

Qet nebêjin, ‘dengê min tiştekî naguherîne’.

Ji kerema xwe biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin.

Ez bi we piştrast im.

Hevserokê berê yê HDP’ê Selahetîn Demîratş di dawiyê de bang li welatiyan kir û ev tişt ziman..

“EM Ê BI HEV RE LI BENDA ENCAMÊN SERKETÎ BIN”

Dibe ku êvara hilbijartinê ez ne bi we re bim, lê li Edîrneyê li hucreyê ez ê bi we re li ekranê binêrim.

Hêvîrdar im wê deng û encama hilbijartinê ya ku me hemûyan kêfxweş bike li wê ekranê xuya bike.

We hemûyan bi hezkirinê silav dikim.”

Leave a Reply

Back to top button