Çeteyan tevlihevî di girtîgeha Hesekê de derxist.. Hêzên Asayîşê rewş kontrol kir

Çeteyên DAIŞ’ê yên di girtîgeha Sînaa ya bajarê Hesekê de, careke din tevlihevî derxist. Hêzên Asayîşê li dora girtîgehê belav bûn û rewşa girtîgehê kontrol kirin.

Çavkaniyek ji Hêzên Asayîşê ji ajansa ANHA’yê re axivî û diyar kir ku tevlihevî piştî nîvro derketiye.

Di nava 2 mehan de, ev tevliheviya sêyemîn e ku çeteyên DAIŞ’ê derdixînin.

Çavkanîyê destnîşan kir ku berpirsên girtîgehê ziyanên ku ji ber tevliheviyên berê derketine, sererast dikin.

Her wiha diyar kir ku hêzên koalîsyonê berpirsyariyên xwe yên li hemberî vê tevliheviyê pêk naynin.

Heman çavkanîyê eşkere kir ku dewletên di Koaslîyonê de û yên Ewropayê ji bo dîtina çareseriyeke bingehên ji DAIŞ’iyên girtî re, naxebitin.

Back to top button