Li Efrîna dagirkirî erebeyeke bombebarkirî teqiya, 3 kes hatin kuştin

Li bajarê Efrînê yê dagirkirî di encama teqîna erebeyek bombebarkirî de 3 kes hatin kuştin, li bajarê Babê yê dagirkirî jî 2 çete hatin kuştin.

Li gorî nûçeyan a ANHA’yê, li pêşiya hola Jîn a li navenda bajarê Efrînê ya dagirkirî teqînek pêk hat.

Di vê derbarê de çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan jî ragihand ku di encama teqîna erebeyeke bombebarkirî li bajarê Efrînê de yek jê zarok 3 kes hatin kuştin.

 

Li bajarê Babê a dagirkirî 2 çete hatin kuştin

Li bajarê Babê yê dagirkirî jî, malbatek koçber a ji Dêr Hafir û çeteyên “Sultan Mihemed El-Fatih” bi hev ketin.

Li gorî Çavdêriya Sûrî, di encamê de 2 çete hatin kuştin.

Back to top button