Salvegera 3. a şehîdkirina Hevrîn Xelef

Dewleta qirker bi hemû rê û rêbazan pêşengên Şoreşa 19’ê Tîrmehê dike hedef..
Hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Perwîn Yûsif şehîd Hevrîn Xelef bibîranî û teqez kir ku wê dev ji rêya şehîdan bernedin û ji bo pêkanîna azadiya jinê bixebitin 

Jina kurd di şoreşe Rojava de ango şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûrî de rola pêşengtiyê dilîze.

Ev şoreş bi keta jinên têkoşer û pêşeng heta roja meya îro hat.

Yek ji wan pêşeng û şoreşgeran jî Şehdî Hevrîn Xelef e.

Ku bû sembola aştî û berxwedanê li hember sûcên dewleta Tirk .

Îro 3 sal li ser şehîdkirina Hevrîn Xelef Sekretera giştî ya berê ya Partiya Sûriya Pêşerojê re derbas bû..

Perwîn Yusif: Dewleta Tirk êrişî pêşengên şoreşa 19’ê Tîrmehê dike

Şehîd Hevrîn ji ber bedewbûn û dilnizmiya wê bi yasmînê hate binavkirin.

Bi van gotinan hevala wê Perwîn Yûsif ku Hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo ye Hevrîn Xelef wesif kir.

“Em îro yasmîna aştiyê bi bîr tînin”

Perwîn Yûsif di axaftina xwe de behsa salvegera 3’yemîn a şehadet şehîd Hevrîn Xelef kir û wiha got:

“Em îro yasmîna aştiyê, azadî û vînê bi bîr tînin.

Hevrîn ji hevrêyên ku nayê jibîrkirin û bîranîna wê hîna her roj zindî ye.

Perwîn Yûsif: Şehîdxistina Hevrîn sûcekî şer e

Perwîn Yûsif bal kişand ser destkeftiyên Şoreşa Rojava yên bi pêşengtiya jinê û got:

“Dewleta Tirk hewl dide rê li pêş pêşketina jinan, azadî û xwestekên mafên wê bigire.”

Perwîn Yûsif: Vîna me tu carî nayê şikandin

Perwîn Yûsif bang li rêxistinên navneteweyî û cîhanê kir ku sûcdarên kujerên şehîd Hevrîn Xelef darizînin û ev yek got:

“Sûîqastkirina kesayetên pêşeng li pêş têkoşîna me nabe bend. “

Back to top button