Li herêmên hikumeta Şamê kesekî din bi Coronayê ket

Wezareta Tendiristiyê ya Hirkûmeta Şamê ragihand ku kesek li parizgeha Siwêdayê bi vîrûsa Coronayê ketiye.

Duh jî wezaretê ragihandibû kesekî 74 salî ku ji derve vedigeriya welat û nexweşiya kulbûna kezebê pê re hebû ji ber Coronayê mir.

Li gorî Wezaretê heta niha 123 kes bi vîrûsê ketine, ji van 46 kes baş bûne û 5 kes jî mirine.

Heman Wezaretê zelal kir ku kesên bi vîrûsê ketine di bin çavdêriya tenduristiyê de ne.

Her wiha li aliyekî din Hikumeta Şamê piştî 40 rojan deriyên zanîngehê xwe vekir.

Ji ber parastina ji vîrûsê hikumetê biryara girtina zanîngehan dabû.

22’ê Adarê yekem rewşa vîrûsa Corona li Sûrî hat tomarkirin.

Kesê bi vîrûsê keti jî ji derveyî welêt hatibû.

Back to top button