Şandeyke Rûsî serdana meclisa navçeya Eyn Îsa’yê kir

Ji bo şopandina rewşa xizmetguzarî û binesaziya navçeya Eyn Îsayê îro şandeyek ji Wezareta Derve ya Rûsya serdana navçeyê kir.

Şandeya Rûsî ku ji 3 kesan pêk hat, bi Serokatiya Meclisa Navçeya Eyn Îsayê re civiya.

Civîn ji dezgehên çapemeniyê re girtî pêk hat û hat diyarkirin ku di civînê de aliyan mijarên xizmetguzariyê û planên pêşxistin û avakirina binesaziya li navçeyê nîqaş kirine.

Hevserokê meclisa navçeya Eyn Îsayê Mistefa Mihemed der barê civînê de ji ANHA’ê re axivî û diyar kir ku wan ji bo rawestandina pêla koçberiyê ji şandeya Rûsî ev daxwaz kirine:

*Divê ji bo rawestandina êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê rol bilîzin,

*Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dûrî Eyn Îsayê bikin da ku pêla koçberiyê raweste.

Mistefa Mihemed da zanîn ku şandeya Rûsî ji wan re teqez kiriye ku ew ê daxwazên wan bigihînin fermandarên leşkerî yên Rûsya.

Çav li rê ye ku serdanên şandeyên Rûsya li herêmê bidomin.

Beriya du rojan jî şandeya Rûsya serdana bajarê Kobanê kir û bi Rêveberiya Xweser a Kobanê û Girê Spî re civiya.

Leave a Reply

Back to top button