4. Salvegera şehadeta Tahîr Elçî li gelek bajarên Tirkiyê hat bibîranîn

Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî ku li navçeya Amedê Sûrê li ser destê MÎT’a Tirk hat şehîdxistin di salvegera 4. de hat bibîranîn.

HDP’ê bang kir ku ji kûjeran hesab bê xwestin.

Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî dema li ber Mînareya Çarling a navçeya Sûr a Amedê ji bo parastina dîrokê daxuyanî dida ji aliyê polîsên dewleta tirk ve hat şehîdxistin.

Bi wesîleya 4. salvegera şehadeta Tahîr Elcî li Amed, Stenbol, Îzmîr, Mêrsîn û Antalya çalakî pêk hatin û xwestin ji kûjêran hesab werin xwestin.

HDP: DIVÊ AKP’Ê SUCDARÊ ŞEHÎDXISTINA TAHÎR EŞKERE BIKE

Bi heman armancê Berdevke Hiqûq û Mafê Mirovan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku roja Tahir Elçî hat şehîdxistin şûna ku dewletê lêkolîn bide destpêkirin şerekî çêkirî weke hincet nîşan da û heta niha AKP’ê ev bûyer ronî nekiriye.

HDP’ê ragihand ku AKP’ê heta niha di lêpirsînê de 2 serdozger û 4 dozger guherîne, 4 polîsên ku gule li Tahîr Elçî reşandin weke şahîd hatin destnîşankirin.

Leave a Reply

Back to top button