Şêniyên Reqa cenazeyê şehîd Ebdulrehman El-Obeyd oxir kirin

Şêniyên Reqayê li goristana Şehîdan cenazeyê şervanê QSD’ê Ebdulehman El-Obeyd bi merasîmkê oxir kirin.

Şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê Ebdulrehman El-Obeyd li gundê Zîban yê li Dêrazorê dema li ser erka xwe bû şehîd bû.

Îro, bi sedan ji şêniyên Reqa bi merasîmkê cenazeyê şehîd Ebdulrehman oxir kirin.

Di mersîmê de endamê Melcisa Reqa a Leşkerî Riyad Xelef axivî û soza berdewamiya riya şehîdan da.

Her wiha endama Meclisa Jinên Sûrî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Feyrûz Xelîl axivî û sersaxî ji malbata Şehîd re xwest.

Di dawiyê wesîqeta şehadetê hate xwendin û cenazeyê şehîd di nava dirûşmeyan de hat spartin.

Back to top button