HPG nasnameya 4 gerîlayên şehîd eşkere kir

Hêzên Parastina Gel nasnameya 4 gerîlayên li Qada Berxwedanê ya Girê Hekkarî şehîd bûne, eşkere kir.

Hêzên Parastina Gel nasnameya 4 gerîlayên li Qada Berxwedanê ya Girê Hekkarî şehîd bûne, eşkere kir

HPG’ê ragihand ku gerîlayên wan Devrîm Hêjar, Dîcle Rohat, Andok Serhat û Rojger Gabar di dema şerê berxwedanê yê li dijî artêşa Tirk de şehîd bûne.

HPG’ê derbarê gerîlayên şehîd de ev yek got:

“Yek ji fermandarên YJA-Starê Devrîm Hêjar û hevrêyên me Dîcle û Andok di 27’ê Cotmeha 2022’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Hekkarî ya Metînayê şehîd bûn.

Ev hevrêyên me yên hêja ji bo herêma Girê Hekarî veguherînin keleha berxwedanê, kedên girîng dane, bûne mînaka herî berbiçav a gerîlayên Kurdistanê.

Hevrêyên me Devrîm, Dîcle û Andok ku di berxwedana dîrokî ya bi pêşengiya gerîlayên me yên YJA Starê de bi pêşxistina gelek çalakiyan erk û berpirsyariyên xwe bi cih anîn.”

Li gorî daxuyniyê, nasnameyên gerîlayên şehîd wiha ne:

Nasnav: Devrîm Hejar
Nav û paşnav: Gulistan Aydemîr
Cihê jidayikbûnê: Amed
Navê Dê : Bedriye
Navê Bav: Latîf
Dîrok û cihê şehadetê: 27 Cotmeh 2022, Metîna

Nasnav: Dîcle Rohat
Nav û paşnav: Ayşe Muhammed
Cihê jidayikbûnê: Kobanê
Navê Dê: Hîlale
Navê Bav: Muhammed
Dîrok û cihê şehadetê: 27 Cotmeh 2022, Metîna

Nasnav: Andok Serhe
Nav û paşnav: Alî Nûrî
Cihê jidayikbûnê: Kobanê
Navê Dê: Fatma
Navê Bav: Ahmet
Dîrok û cihê şehadetê: 27 Cotmeh 2022, Metîna

Nasnav: Rojger Gabar
Nav û paşnav: Mervan Şahnalî
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Navê Dê: Hediye
Navê Bav: Ahmet
Dîrok û cihê şehadetê: 27 Cotmeh 2022, Metîna
Back to top button