Soran Omer: Tirkiyê ewlehiya gel dixe xeteriyê de

Parlamenterê Iraqê Soran Omer dibêje êrişên dewleta Tirk aramî û ewlehiya gel dixe xeteriyê de.

Parlamenterê Iraqê Soran Omer derbarê êrişa Tirkiyê ya li dijî Silêmaniyê ji ROJNEWS’ê re axivî.

Soran Omer anî ziman ku dewleta Tirk bi van êrişên xwe aramî û ewlehiya gel dixe xeteriyê de.

Soran balkişand ser helwesta hikûmeta Başûrê Kurdistanê ya li hember êrişan û ev tişt anî ziman:

“Mixabin hikûmet erkê xwe pêknayne. Hikûmet nîşaneya rêveberiya xirab e.

30 salin daxwaz dikin ku aliyên siyasî yekgirtî bin. Divê ji bo mafên gelê xwe şer bikin.

Nabe ku rê bidin destên derve û welatên herêmê, destkarî li Kurdistanê bikin.

Lê mixabin ev dagirkerî û binpêkirin bûne metirsiyek mezin.”

Êrişa li ser Balfirgeha Silêmaniyê

Back to top button