Welatiyên Derbendîxanê êriş şermezar kirin

Welatiyên navçeya Derbendîxana Başûr jî diyar kirin ku dewleta Tirk bi êrişên xwe hemû yasayên navdewletî binpê dike. Û li hember van êrişan banga yekîtiya Kurdan kirin.

Welatiyên navçeya Derbendîxan jî derbarê êrîşa li ser Silêmanyê de axivîn û êriş şermzar kirin.

Di vê derbarê de welatiyê bi navê Azad Mecîd anî ziman ku Tirkiyê hemû yasayên navdewletî binpê dike.

Azad Mecîd li ser helwesta hikûmeta Başûr jî ev tişt got:

”Hikûmetê tenê bi daxuyaniyek şerminane êriş şermezar kir ku ew jî ne di asta pêwîst de bû.

Ji bona wê ez bang li xelkê Hewlêrê û wê deverê dikim ku guh nedin hizba desthilatdar a wê herêmê.

Ji berku ev êriş mijarek neteweyî ye û binpêkirina sinorên Kurdistan û binpêkirina rûmeta xelkê Kurdistanê ye.

Nerazîbûna xwe li dijî êrişan nîşandin.

Welatiyê bi navê Hawkar Qadir jî derbarê mijarê de ev tişt anî ziman:

”Divê serkirdeyên Kurd kîna xwe ya berê ji bîr bikin û pêşî li metirsiyên ku niha hene bigrin.

Ji berku di vê rewşa niha ya Başûrê Kurdistanê de em ê nikaribin pêşî li metirsiyan bigrin.

Pêwîste yekitiya nava hêzên siyasî pêkwere û yekhelwest li dijî êriş û metirsiyan were nîşandan.”

Back to top button