Bi pêşengtiya Rûsya hêzên Aştiyê li Kazekîstanê ne

Li Kazekîstanê êdî rewş ji bin kontrola hikumeta welat derdikeve. Serokomarê Kazekîstanê Tokoyev banga alîkariyê kir. Piştî vê hêzên Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîv a bi pêşengiya Rûsyayê (CSTO) derbasî Kazekîstanê bûn. Kirgizîstanê jî got, ew ji bo piştevaniyê amade ne.

Gurbûna aloziya li Kazekîstanê, bala welatên cîran jî kişand ser xwe.

Li ser daxwaza Serokomar Kasım Comert Tokayev ji bo kontrolkirina xwepêşandanên ku piştî bilindbûna bihaya sotemeniyê li Kazekistanê dest pê kiribûn, hêzeke aştiyê ya bi pêşengiya Rûsyayê şandin welat.

Tevî îstifakirina hikûmetê û daketina buhayê sotemeniyê jî, Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîv a bi pêşengiya Rûsyayê (CSTO) rastî bersiveke erênî hat.

Serokwezîrê Ermenîstanê Nikol Pashinyan ku serokê demkî yê CSTO ye doh êvarî ragihand ku wan pejirandiye hêzên aştiyê bişînin Kazekîstanê.

Îro Rûsya bi daxuyaniyekê ragihandin ku hêzên aştiyê dest bi xebatê kirine.

Hate diyarkirin ku erka hêza aştîparêz wê parastina welat û binesaziya leşkerî be.

Di nav endamên CSTO de Rûsya û her wiha komarên Sovyeta berê yên Kazakîstan, Ermenîstan, Kirgizîstan, Tacîkistan û Belarûs jî hene.

Kirgizîstan: Em amade ne her cure piştevaniyê bikin

Ji welatên Asya Navîn jî peyamên piştevaniyê tên.

Wezareta Karên Derve ya Kirgizîstanê li ser rewşa li Kazekîstanê daxuyaniyek da.

Wezaretê got,

“Kirgizîstan her tim li kêleka birayê Kazaxistanê ye. Em amade ne her cure piştgirî û alîkarîyê bike.”

Back to top button