Duh li Amedê 32 parêzer hatinbûn binçavkirin, ji wan 21 kes hatin berdan.
Desthilata faşîst a AKP’ê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di çarçoveya operayonên qirkirinê yên li dijî Kongreya Civaka Demokratîk-KCD’ê de, jê 32 parêzer, 72 kes binçav kirin.
Duh derengiya şevê ji wan 32 parêzeran, 21 kes hatin berdan.
Her wiha tê payîn ku parêzer Şivan Cemîl Ozen û Gevriye Atli jî bişînin dadgehê.
Ji bo darizandinê jî, serokê şaxa ÎHD a Semsûrê Parêzer Bulent Temel dê ji Semsûrê bînin Amedê.
Li aliyekî din, îro li Amedê wê KCD, HDP, DBP û OHD, der barê binçavkirinan de, çalakiyeke şermezarkirinê li dar bixin.
Serdozgeriya Komarê ya Amedê a Tirk, duh li Amed, Şirnex Semsûr, Stenbol û Îzmîrê di çarçoveya lêpirsîna li dijî Kongreya Civaka Demokratîk-KCD’ê de, biryara binçavkirina 101 kesî dabû.