Pompeo wê serdana Israîlê bike û bi netanyahu re bi cive

Ji bo piştgiriya avakirina hikumeta nû ya Israîlê, Wezareta Derve ya Amerîka ragihand ku, wê Pompeo serdana Israîlê bike.

Pompeo wê bi serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu re, 13’ê mehê roja sûndxwarinê bo hikumeta nû li Qudsê bicive.

Li gorî Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka Morgan Ortigas, wê Pompeo, di serdana xwe de mijara vîrûsa corona, ewlekariya herêmê û xeteriya Îranê nîqaş bike.

Ev serdan, piştî ku Trump piştgiriya planên Israîlê ya tevlîbûna Difa Xerbî bo xaka Israîlê tê.

Back to top button