Parêzerên Bakur û Rojhilatê Sûrî diyar kirin ku her kes ji bo rewşa rêber Ocalan bi fikare.
Hevserokê Yekîtiya Parêzeran a Reqayê Xalid El-Hesen derbarê mijarê de ev tişt anî ziman:
”Zêdetirî 21 mehin rewşa tenduristî ya rêber Apo nayê zanîn.
Divê hemû rêxistinên mirovî û hiqûqî yên cîhanê ji bo rewşa wî bê eşkerekirin, bixebitin.”
Parêzer Mihemed Baqî Hisên ê ji Til Temirê jî dibêje mafê her girtiyekî serdana malbatê ye.
Baqî Hisên got: ”Tirkiyê ji dema ku rêber Ocalan revandiye serdanan asteng dike.
Û nahêle parêzer muwekîlê xwe bibînin.”
Parêzer Mistefa Şêx Muslim ê ji Kobanê jî wiha anî ziman:
”Sedema girtina rêber Ocalan ew e ku xwediyê daxwaz, projeyeke siyasî û dozekê ye.”
Muslim bang li hiqûqnasên cîhanê kir û got: “Ocalan nûnerê gelê Kurd li tevahî cîhanê ye.”