Nûnertiya Rêbeberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Silêmanî spasiya hemû xelkê Başûr kir ku destê alîkariyê dirêjî mexdûrên erdhejê kirine.
Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Silêmanî li navenda xwe daxuyaniyek da.
Rêveberiyê spasiya hemû xelkê Başûr kir ku destê alîkariyê dirêjî mexdûrên erdhejê kirine.
Daxuyanî ji aliyê Nûnera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Swêd ve hate dayîn.
Swêd destpêkê sersaxî li malbatên qurbaniyan kir û şifaya xêrê ji bo birîndaran xwest.
Evîn Swêd got: “Ji bo alîkariya tê kirin, bi rengeke baş bigihêje mexdûrên erdhejê em weke Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Silêmanî berpirsyartiyê digirin ser milê xwe.”