Li Çînê 114 kesên din li bîlançoya qurbanên vîrûsê zêde bûn û bi vê yekê jî jimara giştî ya qurbanan dibe, 2 hezar û 118 kes.
Komîteya Tenduristiyê ya Çînê bi daxuyaniyekê ragihand ku bîlançoya qurbanên vîrusa Corona bilind bûye ku heya niha 2 hezar û 118 kesan jiyana xwe ji dest daye.
74 hezar û 576 kes pê ketine û 16 hezar û 155 kes jî ji virusê rehet bûne.
Li gorî komîteyê, ev agahî ji belgeyên dawî yên 31 herêman hatine wergirtin.
Herî dawî, deshilatên Çînî mirina 2 kesên ku li ser keştiy bi virusê ketibûn jî ragihand.