Di êrîşên li bajarê Hanauyê de, 8 kesan jiyana xwe ji dest da

Li bajarê Hanau yê Almanyayê, 2 êrîşên çekdarî pêk hatin.

Di encamê de 8 kesan jiyana xwe ji dest da.

Herdu êrîş, şevê din li 2 kafeyên nargîlê, pêk hatin, di encama êrîşan de 8 kesan jiyana xwe ji dest da û 5 jî bi giranî birîndar bûn.

Êrîşakar jî piştî êrîşê bi lez ji cihê bûyerê derketin.

Heta niha li ser êrîşkaran ti agahiyên zelal nehatine bidestxistin.

Polîsên Alman jî ji bo girtina êrîşkaran ketine nava tevgerê.

Jimara niştecihên bajarê Hanau ku girêdayî parêzgeha Hesse ye, nêzî 100 hezarî niştecihî ye.

Di salên dawî de, gelek êrîşên çekdarî li Almnayayê pêk hatin, herî dawî jî, di Kanûna 2016an de,12 kesan li navenda Berlîna paytext jiyana xwe ji dest da.

Back to top button