Mismarî: Em bi Erdoganê dagirker re, ti agirbestan pêk nayînin

Artêşa Niştimanî ya Lîbî, Erdogan weke sedema sereke ya aloziya Lîbyayê bi nav kir û diyar kir ew ê ti aştiyê bi dagirkeran re pêk neyînin. Şêx û serokeşîrên Lîbyayê jî gotin, wê dozên navdewletî li hember Tirkiye û Qeter vekin. Îtalyayê jî kaptinê keştiyeke ku dihat payîn çekên Tirkî derbasî Lîbyayê dikirin, girt.

Berdevkê Artêşa Niştimanî Ehmed Mismarî di kongreyeke çapemeniyê de ragihand, ew ê li dijî terorê bêndeng nemînin û ti agirbestê bi dagirkerekî biyanî re çênekin.

Mismarî îşaret bi Erdogan kir û got:

Erdogan qet bi gelê Lîbya û çarenûsa wî nafikire, lê belê çavê wî li xaz û petrolê ye..

Erdogan diaxive weke ku ew serokê Lîbyayê ye…

Berdevkê Artêşa Niştimanî teqez kir, ew ê şerê pereyan nêzîk li Terablusê bi dawî bikin.

Mismarî dîsa bang li çeteyên hikumeta Wîfaq a Ixwana Mislimîn ya dewleta tirk kir ger xwe radest bikin wê wan bi selametî vegerînin welatên wan.

SEROKEŞÎRÊN LÎBYAYÊ: EM Ê DOZÊN NAVDEWLETÎ LI TIRKIYE Û QETERÊ VEKIN

Li bajarê Terhûna ya Lîbyayê, bi hezaran şêx û serokeşîrên Lîbî li ser rewşa dawî ya welêt kongreke li dar xist.

Di kongreyê de hat gotin Tirkiye dagirkeriya xwe li welat didomîne û çeteyên xwe hêjî ji Sûriyê dişîne Lîbyayê û hat teqezkirin ku wê ti destwerdaneke derve neyê qeûblkirin.

Di encamnameya kongerê de hate ragihandin ku di serî de dewleta Tirkiye û Qeter ewê dozên navdewletî li dijî dewletên ku tevlîheviyê li Lîbyayê dikin, vekin.

KAPTINÊ KEŞTIYEKE BARKIRINÊ LI BAKURÊ WELÊT HAT GIRTIN

18’ê Sibatê Yekîtiya Ewropayê biryara çavdêriya asmanî û deryayî bo rawestandina çek û çeteyên dewleta Tirk ji Lîbyayê re dabû..

Lê tevî vê jî, dewleta Tirk heya niha destekdayîna leşkerî ranewestandiye.

Îro, Dozgerê Giştî yê Îtalyayê ragihand ku wan kaptinê keştiyeke barkirinê li bakurê welêt bi gumana qaçaxiya çekên Tirkî ji bo Lîbyayê girtiye.

Li gorî Dozgerê Giştî, ala Libnanê li ser vê keştiyê hatibû hildan.

Serdozgeriya Îtalî da zanîn ku wan dest bi lêpirsînê kiriye û tê payîn têkiliyên kaptinê keştiyê bi berpirsên leşkerî yên Tirk re hebin.

Back to top button