Di çarçoveya Qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de şervanên YPG’ê li ser rêya gundê Birc Heyder yê navçeya Şêrawa çalakiyek lidar xistin.
Navenad Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê têkildarî çalakiyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Li gorî daxuyaniyê:
Di çarçoveya qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê de çalakiyên li dijî artêşa Tirk a dagirker û komên wê yên çete dewam dikin.
24’ê Mijdarê şervanên YPG’ê li ser rêya gundê Birc Heyder a navçeya Şêrawa li dijî maşîneyeke leşkerî ya koma çete ya bi navê Feylaq Şam çalakiya sabotajê li dar xist.
Di encama çalakiyê de 2 çeteyên di erebeyê de bi giranî birîndar bûne.