Şêniyên navçeya Çilaxa li dijî gef û êrişan daketin kolanan

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî li dijî gef û êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmê çalakî dewam dikin. Îro jî li sesranserî herêmê çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de bang li civaka navnetewî î hate kirin dijî helwesteke cidî bidin nîşandan, her wiha dijî gef û êrişan peyamên berxwedan û bilindikirina têkoşînê hatin dayîn.

Hêrs û nerazîbûna gelên herêmê ya li dijî gef û êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêmê zêde dibe.

Şêniyên Çilaxa îro li dijî gefên dagirkeriya Tirk daketin kolanan û bi meşekê helwesta xwe nîşan da.

Piştî meş vegherî mitîngê, li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan daxuyanî hate dayîn.

Şêniyên tevlî meşê bûn, derbarê gefên li ser herêmê helwesta xwe anîn ziman.

PYD’ê têkildarî gefên li ser herêmê civînek bi şêniyên Tirbespiyê li dar xist

Partiya Yekîtiya Demokratîk- PYD’ê jî, têkildarî gef û êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêmê civînek bi şêniyên Tirbespiyê re li dar xist.

Endamê Meclisa Giştî a PYD’ê di civînê de rewşa dawî nirxand.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê li dijî êrişan bang li Civaka Navnetewî kir

Rêxistina Mafên Mirovan û Yekîtiya Parêzerên Efrînê jî bi daxuyanyekê gef, êriş û planên dagirkerya Tirk li ser herêmê şermzar kir.

Bang li civaka navnetewî hat kirin ku li dijî êriş û dagirkeriyê helwestê nîşan bide.

Rêveberiya sivîl a demokratîk a Minbicê civîneke gel li dar xist

Li Minbicê jî, Rêveberiya Civîl a Dmeokratîk a Minbicê têkildarî gefên dagirkeriya Tirk li ser herêmê civînek bi şêniyên Minbic û gundewarên wê re li dar xist.

Di civînê hevserokê Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê Ezab Ebûd rewşa dawî nirxand.

Yekîtiya parêzerên Minbicê bang li Civaka Navnetewî kir dijî êrişan helwestê nîşan bidin

Yekîtiya Parêzerên Mibic û gundewarên wê jî bi daxuyaniyekê êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêmê şermezar kir.

Parêzerên Minbicê gotin, êrişên li ser herêmê dijî zagonên navneteweyî ne, her wiha bang li rêxistinên navnetewî kir li dijî van êrişan helwesteke cidî nîşan bidin.

Kombûna Jinên Zenûbiya û dayîkên şehîdan li Minbic û Reqayê êriş şermezar kir

Dîsa li Minbicê, Kombûna Jinên Zenûbya bi daxuyaniyekê gef û êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêmê şermezar kir

Jinan gotin ew ê li li dijî êrişan li ber xwe bidin û asta têkoşîna xwe bilind bikin.

Li Reqayê jî, Dayikên Aştiyê bi daxuyaniyekê êrişên dagirkeriya Tirk ên bi hevakriya PDK’ê li dijî gerîla şermezar kir.

Dayîkên Aştiyê bang li hêzên Kurdistanî û dayikên şehîdan ên li tevahiya Kurdistanê kir li dijî planên dewleta Tirk û hevkarê wê ên dijî Kurdan bisekinin.

Meclisa Dêra Zorê a herêma rojava bi daxuyaniyekê êrişên li ser herêmê şermezar kir

Li Dêra Zorê jî, bi navê Meclisa Herêma Rojava û saziyên sivîl daxuyaniyek hate dayîn û tê de sûc û êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêmê hatin şermezarkirin.

Back to top button