Silêymanî ji bo Îranê xwedî rolekî girîng bû

Washîngtonê, Qasim Silêmanî weke berpirsyarê êrişên dawî yên li dijî baregeha Emerîkî ya li Iraqê û sefaretxaneya Emerîkî dîdît, hedef girt.
Lê Silêmanî di hêzbûna Iranê ya li Rojhilata Navîn de jî rolekî girîng lîstibû.

Silêmanî di sala 1998’an de dest bi fermandariya Hêzên Qûdsê kir û di 20 salên dawî de bû hedefa gelek hewldanên sûîqestê.

Qasim Silêmanî hem li welatê xwe hem jî li derveyî welat xwedî rolekî girîng bû û operasyonên derve yên Îranê bi rê ve dibir.

Li Rojhilata Navîn, di mezinbûna hêza Îranê de jî xwedî rolekî girîng bû.

Pêwendiya Tehranê bi Hîzbûllah a Lubnanê, hikumeta Başar El Esad û milîsên li Iraqê xurt kir.

Her weha bi hewldanên Silêmanî, hêzên Qûdsê li Filistînê bi Hamas û Îslamî Cîhad, li Yemenê jî bi milîsên Hûsî yên Şîa re têkiliyeke xurt danî.

Şaneyên ku girêdana wan bi hêzên Qudsê re hene, li Lubnan, Azerbaycan, Afganistan, Bahreyn, Sûriye, Yemen, Hindistan, Tirkiye û gelek deverên din ên dinyayê belav bûn.

Silêmanî di xwepêşandanên li Iraqê û hewldanên ji bo avakirina hikumet nû de jî xwedî rolekî girîng bû.

Kuştina Silêmanî di weke derbeke giran a li dijî Îranê tê nirxandin.

Leave a Reply

Back to top button