HAT malbateke DAIŞ’î ku ji Kampa Holê reviyabû, girt

Piştî êrîşên dewleta Tirk a dagirker, ji Kampa Holê hewldanên reva malbatên çeteyan zêde dibe.
Herî dawî jî Hêzên Antî Terorê HAT malbatên DAIŞ’ê ku ji kampa holê reviya bûn û hewl didan derbasî herêmên dagirkirî bibin, girt.

Komeke zarok û jinên DAIŞ’ê ku ji kampa holê reviyabûn û li taxa Kelasa ya Hesekê li malekê xwe veşartibûn hatin girtin.

Hêzên Antî Terorê HAT a giryêdayî QSD’ê piştî cihê malbatên çeteyan eşekere bû, vê sibê operasyon lidarxist.

Hêzên Antî Terorê 6 zarok û 3 jinên DAIŞ’î yên Rûsî ku plan dikirin derbasî Idlibê bibin girt.

Endamê HAT’ê der barê operasyona girtina malbata çeteyan de diyar kir ku wan kesê ku ji bo reva malbata çeteyan alîkar bûye girtin e û wî kesî cihê malbatê ji wan re eşkere kiriye.

Li gorî berpirsên Kampa Holê, malbatên çeteyên DAIŞ’ê ji destpêka êrişên dewleta Tirk a dagirker yê 9’ê Cotmehê ve, hewdanên revê yên zêdetirî 635 kesên ji malbatên çeteyên DAIŞ’ê têk birin e.

Leave a Reply

Back to top button