Hefter li dijî dewleta Tirk banga rakirina çekan li Lîbyayê kir

Piştî ku parlementoya Tirkiyê biryara şandina leşkeran a ji bo Lîbyayê erê kir, Fermandarê artêşa Wetenî Xelîfe Hefter banga serferberiyê li gelê Lîbyayê kir.

Fermandar Xelîfe Hefter li ser hesabê xwe yê tiwitterê peymanek weşand û wiha got:

Ji bo parastina welatê xwe şerê leşkerî neçariyek e.

Li aliyekî din Nûnerê Lîbya yê taybet li NY Xesan Selame jî diyar kir ku bi şandina dewleta Tirk a leşkeran ji bo Lîbyayê re şansê aşitiyê namîne.

Selame got:

Destwerdana hêzên ji derve ya ji bo Lîbyayê, wê bibe sedema ku paşeroja welêt winda bibe.

Destwerdana welatên endamê NY dibe sedema şerê heyî gur û dirêj bibe.

Hêjayî birxistinê ye ku Fermandarê Artêşa Wetenî Xelîfe Hefter ji bo rizgarkirina paytext Tarablusê 4’ê Nîsana 2019’an ferman dabû.

Piştî vê bangê artêşa Wîfaqê jî dest bi oparasyonan kiribû.

Leave a Reply

Back to top button