“Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê alîkariyê didizin”

Alîkarî naghêje xelkê navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî..
Tevî ku wekî bajarî herî zêde li sera asta Sûriyê wêran bûye jî, lê belê dîsa komên çete nahêle alîkarî bighêje wan.
Tora çalakvanên Efrînê dîmenek ji hindirê Efrîna dagirkirî belav kir û dibêje ku komên çete yên dewleta Tirk û malbatên dagirker, alîkariya ku ji bo xelkê ziyandîtî hatiye şandin, didizin.

Ev dîmen herî dawî ji hêla tora çalakvanên Efrînê hatiye belavkirin.

Li gorî wê, komên çete û malbatên dagirker depoyên alîkariyên mirovî yên lezgîn didizin.

Torê eşkere kir ku ev alîkarî ji bo xelkê ji erdhejê ziyan dîtine û bi taybet navçeya Cindirêsê hatine şandin.

Berî niha jî dîmenek ji hindirê Efrrîna dagirkirî hatibû belavkirin, tê de piştrast dibe ku çeteyên dagirker alîkariyê didizin û tiştek jê naghêje ziyandîtan.

Çeteyên dewleta Tirk alîkariyên ji bo mexdûrên erdhejê didizin

Back to top button